Ji bo dîtina keça Kurd Gulistan Doku ava bendavekê tê valakirin

Gulistan Doku keçek Kurd a xelka Amedê ye ku li Zanîngeha Muznurê ya Dêrsimê dixwend, ji roja 5ê Çileya îsal ve nediyar e, gelek xwepêşandan ji aliyê hevalên wê malbatê ve hatin kirin ,

20.07.2020, Pts - 07:46

Ji bo dîtina keça Kurd Gulistan Doku ava bendavekê tê valakirin
Nuçe Belav bike

Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê hewlên ji bo dîtina keça Kurd a 21 salî Gulistan Doku ku ew şeş meh in winda û bêserûşûn e, berdewam in. Herî dawî bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, weke egerekê ji bo dîtina termê wê xwandekara zanîngehê, dê ava Bendava Ozunçayir were valakirin.

Gulistan Doku keçek Kurd a xelka Amedê ye ku li Zanîngeha Muznurê ya Dêrsimê dixwend, ji roja 5ê Çileya îsal ve nediyar e, gelek xwepêşandan ji aliyê hevalên wê malbatê ve hatin kirin ,

Ji bo dîtina wê keçê, gelek lêgerîn hatine kirin lê heta niha ti tiştek nehatiye bidestxistin. Ji 6ê Tîrmehê ve bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, lêgerîna li pey Gulistan Doku hatibû rawestandin.

Herî dawî roja Pêncşemê malbata Gulistanê bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re civiyan. Piştî wê hedvîtinê, Aygul Doku xûşka Gulistanê aşkere kir, wezîr soz daye wan ku ava Bendava Ozunçayir vala bikin ku li Pira Dînar nêzîk e.

Biryar e îro 20ê Tîrmehê ava bendavê were valakirin û ew prose jî dê 15 rojan bidome.

Aygul Doku ji medyayan re ragihandiye: Me ji birêz wezîr re got, gumana me heye ku Gulistan hatibe kuştin. Wezîr got, em li ser wê egerê rawestiyane û me nirxandin jê re kiriye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî amaje bi wê yekê kiriye, wan Zeynel Abarakov ku gumanbar e bi kuştina Gulistan Doku û kesekî bi esil Rûs e, ji derveyî welat aniye û heta yekalîbûna dosyeyê, qedexeya geştê li ser wî hatiye danîn û nikare ji Tirkiyê derkeve.

Gulistan Doku ya 21 salî ku xwandekara sala duyem a fakulteya geşedana zarokan li Zanîngeha Munzurê bû, roja Yekşemê 5ê Çileya 2020an piştî ku ji cihê mana xwe li beşa navxweyî ya zanînê diçe derve, êdî vanegere û heta niha tiştek li ser wê nayê zanîn.

Li gor lêkolînan, piştî peywendiyeke telefonî ku çar xûlekan dom kiriye, di demjimêr 16:26 êvara heman rojê de telefona wî hatiye girtin.

Polîsê Dêrsimê jî dibêje, rojek berî ku winda bibe, Gulistan Doku li gel hevalê xwe yê kur bi navê Zeynel Abarakov ku kesekî Rûsî ye û bavê wî li Dêrsimê polîs e, kiriye xirecir û guman heye ku ji aliyê wî kurî ve hatibe kuştin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x