Li Amedê keça 12 salî hat revandin: '200 hezar lîre teklîf dikin'

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Buşra Nûr Aygun a 12 salî di 5ê Adarê de ji bo ku Yakup K. ê 16 salî ku li ser medya civakî nas kiribû bibîne ji malê deketibû heta niha ti agahî jê nayê wergirtin. Li ser gilîkirina malbata ku îdia dike keça wan hatiye revandin, polîs lêkolîn da destpêkirin.

11.03.2023, Cts - 14:11

Li Amedê keça 12 salî hat revandin: '200 hezar lîre teklîf dikin'
Nuçe Belav bike

Bûyer 5ê Adarê ber destî sibe saet 04:00an de li navçeya Sûrê ya Amedê qewimî. Buşra Nûr Aygun û Yakup K. li ser medya civakî hev nas kirin û bûn heval. Demek şûnde Bûşra Nûr nexwest ji Yakup K. re gotiye ku naxwaze wî bibîne.

Yakup K. Bûşra Nûr vexwend kolanê ku cara dawî wê bicivin. Bûşra Nur a ku ji malê derket, careke din agahî jê nehat wergirtin. Bavê wê yê ku serê sibê hat malê, pê hesiya ku keça wî ne li malê ye.

Malbata wê ya ku agahî ji Bûşra Nur guh wernegirtin, çûn navenda polîsan û gilî kirin.

“Keça min ne mal e, 200 hezar lîre teklîf dikin”

Gulsîma Aygun dayika Buşra Nûrê ku çû edliyeyê û gilî kir, anî ziman ku hevserê wê 5ê Adarê saet di 05.30'ê sibehê de hatiye malê û dîtiye ku deriyê avahiyê û deriyê malê vekirî ye.

Gulsîma Aygun axavtina xwe wiha berdewam kir:

“Berî ku gazî min bike wî hemû ode kontrol kiriye. Ji min re got, Bûşra li ku ye? Min got li hindir e, lê hevjînê min ji min re got min li her derî nihart Buşra tine. Em demekê rûniştin, lêkolîn kirin, piştre em çûn qereqolê. Me ragihand ku ew hatiye revandin. Me li telefonê nihêrt, birayê min ji wî zarokî re peyam şand. Got ez dikarim bi kesê bi navê Yakup re bi telefonê biaxivim.

Em li zarok geriyan lê em negihîştinê. Berê nîvro jinek li min geriya. Got ez diya Yakup im, keça te li ba me ye.

Me got çewa dibe ku zarokeke 12 salî li ba we be. Got ji hev hez dikin. Kurik 16 salî ye. Min got ez dikarim bi zaroka xwe re biaxivim, ji min re got na. Ji min re got were em li hev bikin vê pirsgirêkê çareyek bibînin.

Me got na, em keça xwe dixwazin. Ji min re got keçik di destê ewle de ye, em wê nadin. Me daxwazname da, ez zaroka xwe dixwazim. Keça min zarokek biçûk e hê ji bo çikolata digirî. Pere pêşniyarî me dikin, dixwazin keça xwe bidin. 200 hezar lîre pêşniyar dikin. Dibêjin polîsan ji navberê derxin em bi pere li hev bikin lê keça min ne mal e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:22:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x