Li Gurgumê şerê du malbatan: 3 kuştî û 3 birîndar

Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan yê 2 malbatan de 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Di nav kuştî û birîndaran de jin û zarok jî hene.

09.09.2022, Cum - 06:55

Li Gurgumê şerê du malbatan: 3 kuştî û 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan duh 8ê Îlona 2022ê li taxa Koklu ya navçeya Andirîn a Gurgumê ji ber pirsgirêka erd di navbera dû malbatên merivên hev de nîqaş derket.

Piştî demekê ji nîqaşê herdû aliyan bi çekan şerê hev kirin û li gor zanyariyên destpêkê welatiya bi navê Ayşe D. Îbrahîm û Şerîfe K. li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û kesên bi navên Alperen (7), Fatmanur Nîsa (17) û Mehmet Murat K. (14) birîndar bûn.

Birîndar despêkê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Andirînê hatin rakirin, lê li ser giraniya birînên wan bo nexweşxaneyên navendê yên bajarê Gurgimê hatin rakirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x