Li Mêrdînê pevçûna bi çekan: 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên ku dijmintiya wan hebû bi çekan pev çûn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

06.01.2024, Cts - 16:37

Li Mêrdînê pevçûna bi çekan: 3 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan li taxa Kabalayê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî çêbûye û 3 kes birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.

Di encama pevçûnê de Ahmet A, Azîz A. û Metîn D. birîndar bûn.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan rewşa kesekî di metirsiyê de ye û ji bo desteserkirina kesên tohmetbar operasyon hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x