Li Semsûrê bûyera trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da 45 xulek berê

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da.

21.06.2023, Çar - 10:09

Li Semsûrê bûyera trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da 45 xulek berê
Nuçe Belav bike

Şeva borî li navçeya Besnî ya ser bi Semsûra Bakurê Kurdistanê ve, otomobîlek ji rê derket û li kêleka rê wergeriya.

Di encama bûyerê de şofêrê otomobîlê yê bi navê Mustafa Yildirim bi giranî birîndar bû.

Piştî agahdarbûna ji bûyerê, şofêr bi birîndarî ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Besnê hat veguhastin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan ji ber dijwariya birînan jiyana xwe ji dest da.

Her îro di bûyereke din a trafîkê de li Bedlîsê zarokekî 12 salî canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x