Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyamek bi boneya hatina cejna Remezanê belav kir.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyamek bi boneya hatina cejna Remezanê belav kir û tê de got: “Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.”
Peyama Serokê Giştî yê PWKê:
"Cejna Remezanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Bidestxistina Mafên Neteweyî
Îsal jî li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejna remazanê dikin.
Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.
Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî.
Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka avakirina îdareyeke hevbeş ya ku ji hemû alîyên kurdan pêkhatî; li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka tifaqeke mayinde, neteweyî, niştimanî.
Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.
Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê."