PAK û TDK-TEVGER: Heta Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebe jiyana Kurdên wî bajarî asayî nabe

PAK û TDK-TEVGERê derbarê rewşa li Kerkûkê de di peyameke hevbeş de belav kir û êrişa li ser Kurdên wî bajarê Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

04.09.2023, Pts - 05:57

PAK û TDK-TEVGER: Heta Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebe jiyana Kurdên wî bajarî asayî nabe
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) derbarê rewşa li Kerkûkê de di peyameke hevbeş de weşand.

Di peyama xwe de PAK û TDK-TEVGERê got:

“Van êrişan careke din îspat kiriye heta ku Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebin û asayişa Kerkûkê nekeve bin desthilatdariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, jiyana Kurdên Kerkûkê û ewlehiya mal û milkên wan mîsoger nabin.”

Peyama PAK û TDK-TEVGERê wiha ye:

“Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bi awayekî plankirî ji aliyê hinek aliyên Ereb û Tirkmenên kirêgirtî ve, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûkê tê astengkirin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin xelk jiyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin.

Kurdên Kerkûkê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistine.

Di xwepêşandanên Kurdan de, bi êrîşa çekdarên bi ser Bexdayê ve, 4 xortên Kurd hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

‘Dixwazin Kurdan ji Kerkûkê derxînin’

Ew aliyên dijminên miletê Kurd, bi dagirkirina Kerkûkê tenê qayil nabin, dixwazin Kurdan ji Kerkûkê derxînin û rê li ber xebatên wan yên siyasî bigrin.

Cîhê balê ye ku, piştî seredana Bexdayê yê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ev provokasyon û êrîşên kirêgirtiyên Tirkmen û Ereban dest pê kiriye.

‘Kerkûk Kurdistan e’

Lê di referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017ê de jî careke din tesdîq bû ku Kerkûk Kurdistan e û ti hêzên dagirker û kirêgirtiyên wan dê nikaribin vê nasnameya Kerkûkê ji holê rakin.

Van êrişan careke din îspat kiriye heta ku Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bicih nebin û asayişa Kerkûkê nekeve bin desthilatdariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, jiyana Kurdên Kerkûkê û ewlehiya mal û milkên wan mîsoger nabin.

‘Divê madeya 140î bê bicihanîn’

Divê demildest madeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Îraqa Federal bê bicihanîn. Em bawer dikin ku Kerkûk bi îradeya hemû gelê Kerkûkê dê miheqeq vegere ser Herêma Kurdistanê.

Divê hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî, dezgehên sivîl, parlamento, hikûmet, serokatî û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî li dijî van êrîş û provokasyonên qirêj derkevin.

‘Divê li himberî Bexdayê helwst hebe’

Divê li himberî hikûmeta Bexdayê helwst û sekneke cidî û yekgirtî nîşan bidin.

Ji bo rê li ber girtina êrişên bi rengî divê hikûmeta Bexdayê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Herwiha divê Netewên Yekbûyî bi awayekî encamgir li dijî hikûmeta Bexdayê helwesteke cidî bigire.

Em li gel xwişk û birayên xwe yên Kurdên Kerkûkê ne.

Em dagirkerên Kerkûkê û hemû hevalbend û pêgirtî û kirêgirtîyên wan şermezar dikin.

Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê me re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x