PAKê duh Yekşemê 9ê Çileya 2022yan li Amedê bi Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin li cîhê Komeleya ŞÎVÎ-DERê (Komeleya Alîkarî û Piştigrîyê ya Şirnex, Cîzre, Qilabab, Sîlopî, îdîl, Elkê û Basê) pêk hat.
Li ser navê Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê, Serokê ŞÎVÎ-DERê Azîz Ozalp, Nûnerê Komeleya Şêx Seîd,Serokê Komeleya Omerîyan Osman Başkan, Serokê Komeleya Sîlvaniyan Mehmet Çelîker, Serokê Komeleya Mazîdagiyan Celal Soysal, Serokê Komeleya Kulp Narlicayê Nûsret Mûtlû beşdarî vê hevdîtina li gel heyeta PAKê bûn.
Di vê hevdîtinê de, şanda PAKê daxwaz ji Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê kir da ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin.
Herweha şanda PAKê, behsa daxwazên sereke yên miletê Kurd kir û got, “Ji bo rê li çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe em wek potansiyela herî berfireh a Kurd û Kurdistaniyan, werin em li dor daxwazên xe yên acîl dest bidin hev û hêza xwe bikin yek.”
Di ve seredanê de aşnda PAKê piştgirîya xwe pêşkêşî Platforma Komeleyên Mehelî yên Li Amedê kir û bal kişandin ser girîngiya hebûn û xebatên komeleyên mehelî.
Hemû serok û berpirsên Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê jî piştigrîya xwe ji bo dersa bijarte ya kurdî nîşan dan.
Hemû serok û berpirsên Platforma Komeleyên Mehelî yên li Amedê gotin, “em wek komeleyên mehelî hem li pirs û pirsgirêkên xwe yên mehelî xwedî derdikevin, hem jî bi diyalogê û bi rêyên aştiyane em dixwazin hemû pirs û pirsgirêkên giştî bêne çareser kirin.”
Şanda PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmur, Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Husnu Onuk, Faiz Eşîn, Mehmet Bîlen, Abdûllah Polat, M.Alî Yilmaz û rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê Samet Polat, Îsmaîl Edîş pêk hatibû.