Piştî biryara li ser Abdullah Zeydan li Wan û Bedlîsê qedexe!

Li parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş û civînan maweyê 15 rojan hatin qedexekirin.

03.04.2024, Çar - 09:16

Piştî biryara li ser Abdullah Zeydan li Wan û Bedlîsê qedexe!
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya vê qedexeyê de têketina nav Wanê û derketina ji bajêr jî hat qedexekirin.

Parêzgeha Wanê şeva borî demjimêr 23:32yan biryara qedexeyê ragihand û da zanîn ku li parêzgeha Wanê ji roja 03.04.2024an heta derengê şeva 17.04.2024an hemû çalakî û xwepêşandan qedexe ne.

Li gorî daxuyaniyê, tenê dê ew çalakiyên bi destûra parêzgarî û qaymeqamiyan serbest bin.

Parêzgariya Wanê di diyar kir ku dê têketina nav Wanê û derketina ji bajêr a wan kesên ku “eger heye tevî çalakiyan bibin” were qedexekirin.

Li Bedlîsê jî Qedexe

Di hilbijartinên 31ê Adarê de AK Partî li Bedlîsê bi rêjeya ji sedî 38,23yan bûbû partiya yekem.

DEM Partiyê jî ji sedî 37,38ên dengan wergirtibûn û bûbû partiya duyem.

Di dîmenan de xuya dikir ku gelek leşker û polîsên ku ji derve anîne li Bedlîsê jî dengên sexte dane.

DEM Partî amaje pê dike û li Bedlîsê jî gelek hîlê hatine kirin.

Piştî ku îtiraz zêde bûn li Bedlîsê jî heman qedexe hat ragihandin û dê ew qedexe jî 15 rojan berdewam bike.

Li Berwariyê qedexe

Piştî şer û pevçûnên du malbatên xizm ên alîgirên Partiya DEVAyê û AK Partiyê li navçeya Berwariyê (Xisxêr) ya Sêrtê jî qedexe hat ragihandin.

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Xelk piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên Bakurê Kurdistanê daket kolanan û polîsan êrişî xelkê kir.

Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi  Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê berî hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kir û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kir.

Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.

Lijneya Hilbijartinan a Wanê jî mazbataya şaredarbûnê neda Abdullah Zeydan û da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x