PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 1ê Gulanê, Roja Kedkaran a Cîhanî li kedkar û karkerên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

01.05.2024, Çar - 09:39

PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be
Nuçe Belav bike

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 1ê Gulanê, Roja Kedkaran a Cîhanî li kedkar û karkerên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û di peyamekê de ragihand, “PWKê bi şîara ‘Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’, jibo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKê:

1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

1ê Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî û bêkarîyê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x