PWK: Em êrîşên li ser Başûrê û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin!

Di êrişa Tirkiyeyê de du sivîl hatibûn kuştin: PWKyê daxuyanî da

22.02.2024, Per - 12:09

PWK: Em êrîşên li ser  Başûrê û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin!
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa Tirkiyeyê ya li Dihokê şermezar kir.

Tirkiyeyê êvara sêşemê gundê Kafiyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniya xwe de got:

‘’Di encama êrîşên balafirên Dewleta Tirkîyeyê de, li gundê Kafîyayê yê li ser bajarê Dihokê, du gundîyên sivîl yên bi navê Arif Taha û Beşîr Omer hatine qetil kirin.

Ev êrîş ne êrîşa yekem e û mixabin weha xuyaye ku wê ne ya dawî jî be. Li gorî agahdarîyên heyî, Dewleta Tirkîyeyê di sala 2023yê de ji 1500î zêdetir êrîş birine ser Başûrê Kurdistanê. Herweha li gorî van agahdarîyên heyî, di encama van êrîşên ku piranîya wan li ser dor û bera bajarê Dihokê hatine kirin de, ji sala 2015yê heta îro, 152 sivîl hatine kuştin, 228 sivîl jî birîndar bûne, bi dehan gund wêran hatine wêran kirin.

PKK jî bi çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, hem desthilatdarîya Rêvebrîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê nas nake, hem jî rê ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê re xweş dike.

Dewleta Tirkîyeyê demeke dirêj e ku bi balafir û dronan êrîşan dibe ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û di encama van êrîşan de gelek sivîl têne qetilkirin.

Em hemû van êrîşan û qetilkirina kurdên sivîl şermezar dikin.

Aşkereye ku di encama êrîşên Artêşa Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Divê Dewleta Tirkîyeye dawî li van êrîşên xwe û qetilkirinên sivîlan bîne.

Em vê êrîşa dawî ku li gundê Kafîyayê yê li ser bajarê Dihokê hatîye kirin ku bûye sebebê qetilkirina du kurdên sivîl û hemû êrîşên li ser sivîlan têne kirin şermezar dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Netewên Yekbûyî jî divê li himberî van êrîşên li ser başûrê Kurdistanê zêdetir bêdeng nemînin û helwestê bigrin û divê ji bo rê li ber êrîş û qetliamên bi vî rengî bêne girtin, gavên encamgir bavêjin.’’

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x