PWK: Ji bo bibîranîna jenosîda Helebçeyê em deqîqeyekê rêzê bigrin

PWKê bangkir û got; "Ji bo bibîranîna jenosîda Helebçeyê em deqîqeyekê rêzê bigrin..."

15.03.2024, Cum - 12:53

PWK: Ji bo bibîranîna jenosîda Helebçeyê em deqîqeyekê rêzê bigrin
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya Komkujîya Helepçeyê daxûyaniyek belav kir. PWK, di daxûyanîya xwe de komkujîyê şermezar kir û jibo rêzgirtinê hemû Kurdan re bang kir. Daxuyanî wihaye:

"Ji bo bibîranîna jenosîda Helebçeyê em deqîqeyekê rêzê bigrin

Ji bo şermezar kirina jenosîda Helebçeyê û bibîranîna 5000 şehîdên Helebçeyê yên ku ji alîyê rejîma Seddam Huseyînî ve hatin qetil kirin, li Başûrê Kurdistanê, di roja 16ê Adarê, bi saeta Hewlêrê di saet 11.00an de, gelê me li cîhên ku lê ne, radiwestin, rêzê digrin.

Em jî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bangî kurd û kurdistanîyên her çar perçeyên Kurdistanê û li her cîhekî cîhanê ne dikin, da ku em roja 16ê Adarê bi saeta Hewlerê di saet 11.00an de, li cîhên ku em lê ne, ji bo bibîranîna 5000 hezar şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê, em deqîqeyekê rawestin, rêzê bigrin."

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 722 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x