PWK, PSK, HAK-PARê Li Amedê Bi Meşa Bi Meşxeleyan Newroz Pîroz Kirin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) şeva 20ê adara 2024ê li Amedê bi meşeke bi meşxaleyanbi hev re newroz pîroz kirin.

21.03.2024, Per - 11:54

PWK, PSK, HAK-PARê Li Amedê Bi Meşa Bi Meşxeleyan Newroz Pîroz Kirin
Nuçe Belav bike

Rêvbebir û endamên PWK, PSK, HAK-PARê, li Kolana Hunerê ya Amedê kombûn. Bi pankarta ‘’Newroz Pîroz be, Newrozê Şima Pîroz Bo’’ û bi meşxaleyan, heta Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê meşîyan.

Gelê Amedê  eleqeyeke mezin nîşanî vê meşê dan û beşdarî meşê bûn. Meş bi sloganên ‘’Bijî Kurdistan’’, ‘’Bijî Newroz’’ û bi stranên li ser newrozê , ji Kolana Hunerê heta Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê berdewam kir.

Li ber Mêvanxaneya Şaredarîyê ya Amedê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê wate û girîngîya vê çalakîyê û ya newrozê û de kurte axaftinek kir.

Paşê  Rêvebirê PSKyê Serhat Amedî bi kurmancî,  endamê Komîteya Birevebir a PWKyê Mehmet Alî Yilmaz bi kirdkî-zazakî, Serokê Teşkîlata  Amedê ya HAK-PARê Vasif Kahraman bi tirkî daxuyanîya hevbeş  a PWK, PSK û HAK-PARê ya di derbarê Newrozê de xwendin.

Piştî xwendina daxuyanîya hevbeş çalakî bidawî hat.

Ev jî daxuyanîya hevbeş a PWK, PSK, HAK-PARê ye:

NEWROZ LI HEMÛ KURDISTANÎYAN PÎROZ BE!

Îşev şeva  Newrozê y e.
Newroz cejna hemû gel û neteweyên Aryanî ye. Lê ji bo  miletê Kurd û gelên Kurdistanê cejna Newrozê xwedîyê cîyekî taybetî ye.

Kurd û hemî gelên Kurdistanê Newrozê ji alîyekî weke cejna serêsalê û hatina biharê pîroz dikin; ji alîyekî din jî weke roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûna  Kurdistanê pîroz dikin.

Helbete ku, li gel hemû felaket û  qetlîam û zordestîyan jî, divê em Newrozê, bi armanca li dijî dagîrkerî û zordariyê û weke sembola berxwedana neteweyî û azadîyê pîroz bikin. Lewra Newroz li dijî dagirkerî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd bûye roja  geşkirin û bihêzkirina mêjû û hişmendîya neteweyî û kurdistanî.

Li gel êş û birînên me yên li her çar perçeyên Kurdistanê jî, Agirê Newrozê ku sembola hebûn, serbilindî, biryardarî, hêvî, berxwedan, serîhildan û azadiyê ye; dê li Rojhelat, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, li her çar alîîyê cîhanê, bi şêweyên cuda cuda bilind û gur bibe.

Li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê xwedî cîhek taybetî ye. Lewra nêzî sed salî ye ku li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê bi reng û naveroka xwe û bi awakî azad nayê pîroz kirin û qedexe ye.

Di vê pêvajoya ku zimanê kurdî bi jenosîda asîmîlasyonê rû bi rû ye, dive em bi taybetî  Newrozê bi kurdî pîroz bikin; em hewl bidin ku vê rojê bikin qad û derfetek girîng ji bo geşkirina axaftina bi zimanê Kurdî. Herweha divê ev roj bibe platformek ji bo bidestxistina mafên perwerdeya bi ziamnê kurdî, mafên civakî û çandî. Qadên pîrozkirina Newrozê divê bibin qadên tekoşîna ji bo bidestxistina daxwazên neteweyî û demokratîk  û bilind kirina têkoşîna mafê çarenivîsîna miletê Kurd.

Miletê Kurd tenê bi yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêngavên biryardêr bavêje.

Li Bakurê Kurdistanê rewşa heyî wezîfeyên taybetî derdixînê pêşîya me. Divê partî, rêxistin û tevgerên Kurd û Kurdistanê û potansîyela herî  berfireh a Kurdan rojek berî rojekê li ser daxwazên milî, demokratîk bêne ba hevdû û ji bo hevkarîyeke berfireh a neteweyî, demokratîk gavên pêwîst bavêjin. Bicîh anîna van  wezîfeyên neteweyî û dîrokî , dê rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê xweştir  û dê destê gelê me xurtir bike.

Em hêvî dikin ku Newroza îsal, ji bo  yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî bibe destpêkekê. Divê em xwedîlêderketin, parastin û vejandina hişmendî û destkeftiyên neteweyî, li her perçeyekî Kurdistanê  di Newrozê da zêdetir derxînin pêş.  

Bijî sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê Newroz!

Bijî yekrêziya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê!

Bijî Newroz!          

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Partîya Maf û Azadîyan  (HAK-PAR)

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x