Tirkiye li du bajarên Bakurê Kurdistanê li petrolê digere

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê sala bihorî rê dabû kompanyaya TPAO ku li parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Colemêrg ên Bakurê Kurdistanê li petrolê bigere.

30.05.2022, Pts - 06:16

Tirkiye li du bajarên Bakurê Kurdistanê li petrolê digere
Nuçe Belav bike

Tirkiyê li her du parêzgehên Şirnex û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê hewldanên ji bo dîtina petrolê dest pê kirine û ji bo wê yekê hikûmeta Tirkiyê derfeta geryana li pey petrolê da kompanyaya niştimanî ya hilberîna petrolê ya wî welatî.

Biryarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê derbarê mafên petrolê de, îro Yekşembî 29ê Gulana 2022an di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin.

Li gorî biryarê, rê bi kompanyaya TPAO hatiye danîn bo dema 5 salan li ser rûberê 12 hezar û 62 hektar erd li Mêrdîn û Şirnexê lêgerîna petrolê bike.

Herwiha li parêzgeha Nevşehîrê ya Tirkiyê jî ji bo zeviyeke 30 hezar û 153 hektarî ji bo 5 salan destûrnameya lêgerîna petrolê ji bo Indigo Grup Turizm ve Ticaret AŞ hat dayîn.

Pêştir bi biryarekê ku roja 17ê Gulana 2022an di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hatibû belavkirin, rûberê lêgerîna ji bo dîtina petrolê li sînorên parêzgehên Amed û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê hatibû berfirehkirin û 9 hezar û 198 hektar erd ji bo cihên lêgerînê hatibû zêdekirin.

Heman kompanya pêştir li her du parêzgehên Amed û Mêrdînê li ser rûberê 23 hezar û 921 hektar erd îcazeya lêgerîna petrolê wergirtibû û bi vê biryara nû, rêberê ku dê lêgerîn têde bê kirin, bo 33 hezar û 119 hektar erd hatiye zêdekirin.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê sala bihorî rê dabû kompanyaya TPAO ku li parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Colemêrg ên Bakurê Kurdistanê li petrolê bigere.

Di çarçoveya biyrarê de rê bi du kompanyayên niştimanî yên Tirkiyê hat dan, ku yek ji wan li parêzgeha Mêrsînê û ya din jî li sînorê parêzgehên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê li petrolê bigerin.

Li sînorê parêzgehên Mêdîn, Sêrt, Şirnex û Colemêrgê bo dema 5 salan li ser rûberê 34 hezar û 705 hektar erd û li parêzgeha Mêrsînê jî bo dema 8 salan li ser rûberê zêdetir ji 41 hezar hektar erd, lêgerîna petrolê dê berdewam be.

Roja 11ê Kanûna 2021 kompanyaya niştimanî ya hilberîna petrolê ya Tirkiyê ragihandibû, li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê wan petrola bi kalîteya baş dîtiye û dîmenên dema derxistina petrolê jî belav kiribû.

Heman kompanyayê pêştir ragihandibû, li çend cihên din ên Bakurê Kurdistanê û li nêzîk sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê petrol hatiye dîtin, bi taybet li Şirnex, Êlih, Colemêrg û Amedê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x