10 heciyên Herêma Kurdistanê li Mekeyê mirin

10 heciyên Herêma Kurdistanê li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdiyê, di dema bicihanîna erkên Hecê de li Girê Erefeyê wefat kir.

18.06.2024, Sal - 11:23

10 heciyên Herêma Kurdistanê li Mekeyê mirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandinê Desteya Hec û Umre ya Herêma Kurdistanê Rojger Cefer ji ajansa Rûdawê re ragihand, heta niha 10 heciyên ji Herêma Kurdistanê, li bajarê Mekeyê di merasîmên hecê de wefat kir.

Rojger Cefer da zanîn ku yek ji wan Rêveberiya Hec û Umre ya Herêma Kurdistanê çûye Mekeyê û 9 kesên din jî bi vîzeya yek salî çûne.

Beriya niha, çar heciyên Hewlêrê yên bi navên Rûnak Merûf Qadir, Safiya Hisên Mela, Ehmed Mihîdîn û Cemîle Yûnis Îbrahîm li Mekeyê wefat kiribûn.

Herwiha welatiyên bi navên Zînet Reşîd Qadira ji bajarê Silêmaniyê, Mihemed Hesenê ji bajarê Qeladizê, Hemîn Qadir Elî yê ji navçeya Balîsanê û Asiya Eliya ji navçeya Berdereş, dema bicih anîna erkên hecê de, li Mekeyê wefat kirine.

Îsal 4 hezar û 685 hezar kes ji bo hecê çûne Mekeyê. Hezar û 460 kes bi rêyên bejayî çûnê.

Rojger Cefer herwiha go, kesên ku bi rêya bejayî ji bo hecê çûnê Erebîstana Siûdiyê dê piştî 10ê Hezîranê vegerin Herêma Kurdistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:16:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x