2 zarokên kurdên êzidî ku DAIŞê teqînên xwekujî bi wan da pêkanîn.

DAIŞ zarokên êzidî ji bo êrîşên xwekujiyê amede dike û dest bi bikaranîna wan zarokan kir.

16.02.2017, Per - 07:45

2 zarokên kurdên êzidî ku DAIŞê teqînên xwekujî bi wan da pêkanîn.
Nuçe Belav bike

Lİ gor çavkanîyên Rudawê : DAIŞ zarokên êzidî ji bo êrîşên xwekujiyê amede dike û dest bi bikaranîna wan zarokan kir.

Di vîdeoya dawî ya ku DAIŞ li ser medyaya civakî de belav kiriye dide xuyakirin, 2 zarokên êzidî tevli refên DAIŞê bûne û êrîşên xwekujiyê dê pêk bînin.

Dirêjahiya vîdeoyê, nîv saet e. Di vîdeoyê de du birayên êzidî ku hêj 15-16 salî ne, qala tevlibûna xwe ya DAIŞê dikin.

Xortên ku dibêjin ji Şingalê ne, bi Ebû Yûsif û Ebû Xetab hatine binavkirin.

Xortê ku leqeba wî Ebû Yûsif e di vîdeoyê de bi Kurdî diaxive û dibêje: “Me li Şingalê îbadetî Şeytên dikir û li ser navê Xweda sond nedixwar. Di nav cehaletê de jiyana xwe berdewam dikir û me karên heram pêk dianîn.”

Ebû Yûsif wiha axavtina xwe didomîne: “Me li biryargehên Dewleta Îslamê perwerde dît û em fêrî dînê xwe bûn. Me navên xwe ji bo êrîşên xwekujiyê dan nivîsandin.”

Ji xortên ku DAIŞ ew perwede kiriye Ebû Xetab jî dibêje: “Emê têkevin nav kafiran û xwe biteqînin.”

Di vîdeoyê de tê nîşandan ku her du xort, bi wesayîteke bombekirî, li cihekî nediyar, xwe diteqînin.

Serokê Karûbarên Êzidiyan ê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî Xeyrî Bozanî diyar kir: “Li gor agahiyên me, di destê DAIŞê de hezar zarokên êzidî hene ku wan ji bo êrîşên bi vî şiklî perwerde dikin.”

Bozanî aşkere kir, heta niha tenê 13 zarok hatine rizgarkirin û got: “Bi rastî mejiyê wan hatine şûştin. Di çarçoveya rêkevtineke navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de 10 zarok ji bo dermankirinê, bo Almanyayê hatine şandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x