Balyozê Rûsyayê: Dema ku li Sûriyê li dijî Kurdan şerek derkeve, Amerîkî li wir nabin

Di panela “Rûsya li Rojhilata Navîn: Pêşîn û Bandor” de Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev li ser şerê li Ukraynayê diyar kir ku ''Operasyoneke leşkerî ya taybet e'' û got, ''Ew ne şer e. Heger şer bûya, ez ditirsim ku Ukrayna heta niha nedima û serkirdeyên Rojavayî nedikarîn serdana wir bikin.''

02.03.2023, Per - 11:50

Balyozê Rûsyayê: Dema ku li Sûriyê li dijî Kurdan şerek derkeve, Amerîkî li wir nabin
Nuçe Belav bike

Roja sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela ‘’Rûsya li Rojhilata Navîn: Pêşîn û Bandor” bi beşdariya Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev û bi moderatoriya Sekreterê berê yê Desteya Şêwirmendiya Bêçekkiranê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Rêber Caf hat sazkirin.

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev li ser şerê li Ukraynayê diyar kir ku ''Operasyoneke leşkerî ya taybet e'' û got, ''Ew ne şer e. Heger şer bûya, ez ditirsim ku Ukrayna heta niha nedima û serkirdeyên Rojavayî nedikarîn serdana wir bikin.''

Elbrus Kutrashev amaje bi hevsengiya Iraqê ya di navbera Amerîka û Îranê de kir û got, "Hikûmeta ku karibe hevsengiyê di navbera van her du hêzan de çêbike, dikare bi hêsanî ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de jî birêve bibe."

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Kotrashev anî ziman “Piştî tiştên li Iraqê rû dan jî li ser xwe ma û em bi wan re ne.”

Herwiha Kutrashev ragihand ‘’Ukraynayê hewl da li Donbasê komkujiyê bike lê me hewl da em rê li ber bigirin.”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev li ser şerê Ukraynayê got, “Li Ukraynayê tenê Ukraynî najîn tevlîhev e, mozaîkek e lê ev demek e pirsgirêk rû dan li wir, Nazî hatin zimanê Rûsî qedexe kirin.”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev got,“Xelkê rojhilatê Ukraynayê serhildanek kirin lê wan hewl dan wan têk bibin her çend xwepêşandanên sivîl bûn jî.”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev anî ziman “Di navbera Kurdên Iraqê û Rûsên li Ukraynayê de cudahiyeke mezin heye. Kurdistaneke mezin li kêleka we nebû ku we ji Enfal û êrîşan biparêze. Rûsan li Ukraynayê birayekî mezin hebû.”

Elbrus Kutrashev anî ziman, “Li vir Kurdistan diyar e lê li Sûriyê herêmên ku Kurd lê dijîn tevlîhev in. Rûsya parastina mafên çand, etnîk û aboriyên Kurdan dike. Li cihên dixwazin rêveberiyeke xweser ava bikib Ereb dijîn. Ev jî pirsgirêkek e.’’

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev li ser kurdên Sûriyê de amaje bi yekê kir ku “Şeytan di hûrguliyan de veşartiye ye. Pozîsyona Kurdan a li Sûriyeyê ne mîna ya Kudên li Iraqê ye. Li Sûriyê herêmên Kurdî ne yek pêkhate ne, li cihên cuda dijîn û li gelek deveran jî ne piranî ne.”

Li ser hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê Balyozê Rûs got “Li bakur rojhilatê Sûriyê, Amerîka li wir tenê bazirganiyeke baş dikin. Ew nefta Sûriyê didizin û bi qaçaxî dişînin welatekî cîran - ku bi awayekê dostê Rûsyayê ye jî. Dema ku li Sûriyê li dijî Kurdan şerek derkeve, Amerîkî li wir nabin”

Kutrashev bersiva pirseke derbarê germbûna peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de got, “Bi giştî, fikir ew e ku dem hatiye ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de. Her du alî jî di warê karên ku dikin de pir hişyar in. Ez hêvî dikim ku nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyeyê zirarê nede Kurdên Sûriyeyê”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev da zanîn ku Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo Rûsyayê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê aborî ve jî girîng e û got, “Sûriye ji bo Rusya welatekî hevpeyman ê li Rojhilata Navîn e û ev welat li çareseriya pirsgirêka xwe digere.”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kotrashev da zanîn ku Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo Rûsyayê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê aborî ve jî girîng e û got, ‘’Sûriye ji bo Rusya welatekî hevpeyman ê li Rojhilata Navîn e û ev welat li çareseriya pirsgirêka xwe digere.’’

Li aliyê din Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev diyar kir ku hevdîtinên bi Tirkiye, Îran û Astanayê re dewam dikin.

Elbrus Kutrashev derbarê Lîbyayê de anî ziman “Em piştgiriyê didin pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê em armanc dikin ku dîplomatên xwe vegerînin Trablusê.”

Li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê de û bêdengiya Rûsyayê ya derbarê mijarê de jî Kutraşev got “Em wek Rûsyayê li ser pirsa referanduma Herêma Kurdistanê bêdeng man, ji ber ku carna bêdengî ji gotinê çêtir e. Carinan peyama di bêdengiyê de mezintir e ji gotinan. Tişta ku piştî referanduma Herêma Kurdistanê qewimî, mînakeke gelek baş bû ku Amerîka çi dike"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x