Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser mûçeyên fermanberan belav dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê belav kir.

18.03.2024, Pts - 06:21

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser mûçeyên fermanberan belav dike
Nuçe Belav bike

Berdevk Hewramanî wiha da zanîn:

"Li destpêka çêbûna arêşyea mûçeyan li Herêma Kurdistanê, ji wê yekê dest pê kir ku aliyekî serekî û pêkînerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dû aliyekî opozisyonê keft û ew li ser çêkirina givaştinan ji bo birîna mûçeyên fermanberan rênîşanderên nehezên Herêma Kurdistanê bûn.

Vê gavê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî amade ye tenê sedi 59 ji mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, ew jî piştî mehekê ji gîrokirina wan, ku mûçeyên Pêşmerge û Şehîdan û pareke zêde ya fermanberên Herêma Kurdistanê di nav de nîne, ev jî ji bo çêkirina fitne û cudakarî û sivkatiya bi fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Di vê demê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet Serokwezîr Mesrûr Barzanî mijûlî çarekirina arêşeya mûçeyên tevaya fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Ên ku ji derveyê niyeta niştîmanî û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê muzayede û gotinên din dikin, eger rast dibêjin, bila kerem bikin; ew bi xwe bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî re wê bira mûçeyî belav bikin, ji ber ku em ne sivkatiyê qebûl dikin û ne jî cudakariyê di navbera fermanberên xwe de dikin.

Em tekez jî dikin ku em bergiriyê ji tevaya mafên xelkê Herêma Kurdistanê dikin û em binpêkirina mafên me yên destûrî û cudakarî û siyaseta birsîkirinê bi hemî awayan red dikin û li dij radiwestin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x