CPT: Tirkiyeyê herî kêm 300 tank birine Dihokê, haziriya êrişê dike!

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku Tirkiyeyê di nava 10 rojan de herî kêm 300 tank birine 6 gundên Dihokê û amadehiya êrişê dike.

27.06.2024, Per - 16:51

CPT: Tirkiyeyê herî kêm 300 tank birine Dihokê, haziriya êrişê dike!
Nuçe Belav bike

CPTyê ragihand ku Tirkiye tankan vedigûzê Başûrê Kurdistanê, rojên dawiyê tetbîqateke leşkerî kiriye, li Berwarî Balayê tevgereke leşkerî heye û leşker ketine nava gundan.

Li gorî rapora CPTyê, leşkerên Tirkiyeyê ketine gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê yên Kanî Masêyê û bi peyatî li nava gundan digerin.

“Nikarin heywanên xwe ji malê derxin”

CPTyê behsa bandora vê tevgera leşkerî ya li başûrê welêt kir û got:

“Vê tevgera hêzên Tirkiyeyê tirs xistiye dilê şêniyên gundan û nikarin heywanên xwe ji malê derxin û çandiniya xwe bikin.”

Endamê CPTyê Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiye ji 28ê Kanûna Paşîn a îsal ve li wê herêmê rêyan çêdike.

Kameran Usman got ku Tirkiyeyê tankên xwe bi rêya van rêyên leşkerî birine gundên gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê.

Leşker nasnameya xelkê kontrol dikin

Kameran Usman herwiha diyar kir ku her sê rojên dawiyê nêzîkî 1000 leşkerên Tirkiyeyê li baregeha leşkerî ya Girê Baruxê û li Çiyayê Metînayê li aliyê piştî Bamernê diçin û tên.

Baregeha Girê Baruxê sala 1997an li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin û baregeha herî mezin a Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ye.

Li hêla din, rapora CPTyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê 25ê Hezîranê li navbera gundên Babîrê û Kanî Belaqê xaleke leşkerî daniye û leşker nasnameya xelkê kontrol dikin.

“Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê”

CPTyê li ser armanca Tirkiyeyê ya ji vê tevgera nû wiha got:

“Armanca Tirkiyeyê ew ku bigihe Çiyayê Hefttebeq yê li Şêladizê.

Piştre dixwazin Çiyayê Gareyê dagir bikin.

Heke ev rû bide Herêma Kurdistanê dê ji sedî 70-75ê desthilata xwe ya li Dihokê winda bike.

Heke operasyone Tirkiyeyê bi ser bikeve dê bi dehan gund bikevin bin metirsiyê û dê bi sedan kes koçber û derbider bibin.

Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê û dê standina wê zehmet be.”

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:58:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x