Li Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê navendeke lêkolînên Kurdî heye ku peywira wê dîjîtalkirina belgeyên Kurdî ye.
Li Enstîtuya Lêkolînên Erebî û Îslamî ya Zanîngeha Exeterê navendeke lêkolînên Kurdî heye û Dr. Ferengîz Qadirî seroka vê navendê ye.
Tîma Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê li vê navenda lêkolînan pêvajoya dîjîtalkirin û arşîvkirina belgeyên li ser Kurdan, Kurdî û Kurdistanê şopand.
Dr. Ferengîz Qadiriyê got, “Me divê em belgeyan tevî arşîva Kurdî bikin û wan derxin qada akademiyê.”
Dr. Ferengîz Qadiriyê li ser “qebareya Îraqê”, “dagirkirina bizor a Başûrê Kurdistanê” û “girîngiya rojnameyan di serdema Şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî) de” agahiyên girîng dan.
Jina ku ji avakirina Kurdistanê re bûye asteng
Ferengîz Qadiriyê behsa efsera Brîtanyayî Gertrude Bellê kir ku roleke wê ya darîçav di avakirina qebareya Îraqê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de hebûye.
Ferengîz Qadiriyê amaje pê da, “Gertrude Bell dîzaynera sereke ya projeya Îraqê bû û gelekî hewl daye ku Başûrê Kurdistanê tevî axa Îraqê bibe.”
Ferengîz Qadiriyê da zanîn ku li vê navenda lêkolînê “berxwedana Kurdan, berxwedana rojnameyên Kurdan û berxwedana tevgerên Kurdan a li hemberî hewlên Gertrude Bellê” jî tên nîşandan.
Brîtanyayê piştî Şerê Yekêm ê Cîhanê Îraq xist bin kontrola xwe, sala 1921ê Îraq kir welatekî ku bi paşatiyê tê birêvebirin û Melîk Feyselê ku bi eslê xwe ji Erebistana Siûdiyê ye kir şahê yekem ê Îraqê.
Ferengîz Qadiriyê anî zimên ku di anîna Melîk Feysel û avakirina hikûmeta wî de roleke sereke ya Gertrude Bellê hebûye û wê piştgiriyeke zêde daye desthilata wî.
Şêx Mehmûdê Berzenciyê ku piştî rûxîna Mîrektiya Babanan li Başûrê Kurdistanê desthilata siyasî, dînî û civakî xistibû destê xwe li qada cengê bi Brîtanyayê re şer dikir.
“Brîtanyayê nedixwest desthilata Şêx Mehmûdê Berzencî qebûl bike”
Ferengîz Qadiriyê li ser helwesta Brtîtanyayê ya li dijî avakirina Kurdistanê got:
“Hikûmeta Brîtanyayê nexwest li Kurdistanê desthilata Şêx Mehmûdê Berzencî qebûl bike, ji ber vê yekê jî tim pê re şer û berberî dikir.”
“Divê di arşîvan de dengê Kurdan jî were parastin”
Ferengîz Qadiriyê diyar kir, “Berê di arşîvan de tenê li gorî nêrîna Brîtanyayê behsa bûyera dihat kirin” û pê de çû:
“Divê di arşîvan de dengê Kurdan jî were parastin, divê li gorî belgeyan behsa wê zilmê bê kirin ku li Kurdan hatiye kirin.
Divê rola xerab a Brîtanyayê ya li ser Kurdan were nîşandan û zanîngehê jî ev qebûl kiriye.”
Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî ya Exeterê got ku di beşeke Pêşangeha Bellê de behsa berxwedana Kurdan a li dijî Brîtanyayê bi taybetî rola Şêx Mehmûdê Hefîd hatiye kirin.
Bi gotina Ferengîz Qadiriyê, pêşangeh hem ji bo Îngilîzan û hem jî ji bo Kurdan tiştên nû vedihewîne, “Bi taybetî li ser sedemên nakokiyên Şêx Mehmûdê Hefîd û Hikûmeta Brîtanyayê.”
Wek ku di belgeyan de tê dîtin, siyaseta Brîtanyayê ya li ser Kurdan bi berdewamî guheriye, Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî li ser wê jî anî ziman:
“Rast e Brîtanyayê berê neteweperestiya Kurdî teşwîq kiriye lê di bin rojeva siyaseta xwe ya sermayedariya xwe de bû û piştre siyaseta wan a li hemberî Kurdan bi giştî guherî.”
Li Kurdistanê rola rojnameyan a di dema şerê Brîtanya û Şêx Mehmûdê Hefîd de
Îngilîzan ji sala 1918an heta 1926an li Başûrê Kurdistanê çend rojnameyên Kurdî derxistine.
Rojnameya yekem a Kurdî ya ku bi Soranî derketiye, rojnameya Têgeyiştinî Rastî ye, çapa yekem sala 1918an li Bexdayê hatiye belavkirin.
Ferengîz Qadiriyê da zanîn:
“Gertutbel beriya ku Kurdistanê bi awayekî fizîkî dagir bike, rojnameyê dişîne û di bin dirûşma rojnameyeke ku xizmeta azadî, yekitî û serxwebûna Kurdan dike, belav dike ku neteweperestiya Kurdî û avakirina hikûmeteke Kurdî ya serbixwe teşwîq dike û li dijî Osmaniyan derketiye. ”
Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî anî ziman:
“Li gorî belgeyan, dema şêwirmendên Îngilîz hatin Kurdistanê, Şêx Mehmûdê Hefîd ku xwedî hêzeke mezin bû, zû fem kir ku sînorê ku wan ji bo avakirina hikûmetê destnîşan kirine, tenê Silêmanî ye û ji sînorê ku berê soz dabûn Kurdan, gelekî cuda ye. Ji ber vê yekê Şêx Mehmûd ev yek qebûl nekir û serhildana Kurdan dest pê dike.”
Hikûmeta Brîtanyayê piştî ku siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan diguhere û du rojnameyên din ên bi navê “Pêşkewtin” û “Jiyanewe” bi zaraveyê Soranî li Kurdistanê derdixe.
Ferengîz Qadiriyê li ser vê yekê got, “Vê carê Brîtanya hewl dide Kurdan amade bike ku nasnameya xwe ya nû wek welatiyên Îraqê bide qebûlkirin.”
“Şêx Mehmûd girîngiya rola rojnameyan fêm kiribû”
Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî li ser bandora rojnameyan a di wê serdemê de anî ziman:
“Çawa ku Brîtanyayê rojname ji bo bandorkirina li Kurdistanê bi kar anî, Şêx Mehmûd jî ji bo pêşxistina bernameya xwe serî li rojnameyan da û wisa xuya dike ku wî girîngiya rola rojnameyan baş fêm kiriye.”
“Kurdistan” rojnameya yekem bû ku Şêx Mehmûdê Hefîd dengê Kurdan û daxwazên wan tê de dianî ziman.
Piştre rojnameya “Bangî Heq” di bin êrişên Brîtanyayê di şikefteke bi navê Casenê hat çapkirin û belavkirin.
Herwiha di rojnameya “Umidî Îstiqlal” de jî fermanên Şêx Mehmûd û daxwazên wê demê yên xelkê Kurdistanê tê de hatine belavkirin.
Rola Nêçîrvan Barzanî ya di avakirina navendê de
Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zanîngeha Exeterê sala 2006an hatiye damezrandin û çend mamostayên Kurd û biyanî tê de xebitîne.
Qadiriyê da zanîn berî berî ku tevlî zanîngehê bibe, Navenda Lêkolînên Kurdî di nav Enstîtuya Lêkolînên Erebî û Îslamî de bû û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Weqfa Îbrahîm Ehmed alîkariya avakirina wê navendê kirine.
“Gelek kesayetan arşîvên xwe diyarî navendê kirin”
Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî diyar kir ku di navendê de arşîvên çend kesayetiyên Kurd û biyanî hene ku hinek ji wan Omer Şêx Mûs yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û nivîskar, wênegirê Fransî û dostê kevn ê Kurdan Chris Kutschera.
Omer Şêx Mûs li ser vê yekê ji Rûdawê re got, “Sala 2007an dema min bihîst ku navendeke lêkolînê ya Kurdî li Exeterê hatiye avakirin, min biryar da ku tevahiya arşîva xwe bidim navendê.”
Omer Şêx Mûs herwiha anî ziman:
“Ji xeynî çend nameyên pir hesas ku min neşandine, hemû name û belgeyên ku min bi serkirdeyên Kurd re guhertiye, radestî navendê hatine kirin û di arşîvê de hene.”
Dijîtalkirina belgeyan
James Downsê ku di projeya dîjîtalkirina belgeyan de alîkariya navendê dike, li ser çawaniya arşîvkirina belgeyan û pêşkêşkirina xwendevan û lêkoleran ji Rûdawê re got:
“Em çend vebijarkan ji tomarên dîjîtalkirî yên arşîv û dengên ku me tomar kirine hildibijêrin û dema ku tomar têne naskirin, ew ji bo malpereke taybet têne şandin ku qeydkirin an şîfreyek hewce nake, hemî ji bo danîna berdest dibin.”
James Downs diyar kir dema mijarek tê destnîşankirin bi kamerayeke taybet wêne tên girtin û kopiyeke dîjîtal tê çêkirin, “Piştre dosyayên dîjîtal bi zelaliyeke pir bilind têne girtin, paşê wêne têne tamîrkirin û li malperê têne barkirin. Gelek rûpel têne veguherandin dosyayên PDFê û wêne wekî dosyayên Jpeg dimînin.”
“Rola jinan a di dîroka Kurdan de wekî xwe nehatiye nîşandan”
Ferengîz Qadiriyê amaje pê kir û got:
“Li welatan jinên Kurd wekî bindest tên naskirin û 10 salên borî wêneyê jinên Kurd ên çekdar derketin holê ku ji bo jinên Kurd ev du wêneyên bi temamî berovajî hev in.
Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî destnîşan kir ku li gorî belgeyên ku berê berdest bûn, jinên Kurd wekî berhemhênerên hunerî û wêjeyî nayên naskirin û kêmasiya lêkolînên zanistî, wergerên edebî yên ji zimanên Kurdî û Ewropî tê dîtin:
“Lê arşîva xurt a li navendê vê rastiyê nîşan dide ku jinên Kurd jî di wêje û hunerê de jî cih girtiye.”
Qadiriyê da zanîn ku li gorî belgeyan jinên Kurd tenê beşdarî xebatên wêjeyî, hunerî û siyasî nebûne, di heman demê de roleke pir çalak jî lîstiye.