Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re got, deriyê sînorî Pêşabûr/Sêmalka Sêmalka ji roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an ve, li pêş xwedanên îqameyên Herêma Kurdistanê, nexweş, bûk, xwedan îqame û nasnameyên biyanî dê vekirî be.
Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013na ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin.
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê roja 15ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, “Heta niha sê rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo vî deriyê sînorî hatine kirin û birgeyeke taybet ji bo îdarekirina deriyê sînorî bi hevbeşî heye, lê belê PYDê her dem rêkeftin binpê kirine û di siyaseta serkutkariyê de berdewam bûye.”
Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê di beşeke din a daxuyaniya xwe de gotibû: “Ji ber vê yekê, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin, ku em nikarin bibin temaşevanê zilm, dîktatorî û tevgerên PYDê ên nekurdane û nemirovane û em di vê yekê jî nebin şirîkê wan. Divê ev derî di xizmeta hemûyan de, ne tenê ya partiyekê û divê dûrî destêwerdana siyasî be, bi awayekî piraktîkî û realîst, ne tenê bi sloganan.”