Deriyekî nû yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê vekirin

Biryar e di vê heftiyê de deriyê Zêt ê Navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi awayekî fermî were vekirin.

08.05.2023, Pts - 13:02

Deriyekî nû yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê vekirin
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyariyan, deriyê Zêt ê Navdewletî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dê di vê hefteyê de bi fermî were vekirin. Ev yek piştî salekê ji xebata berdewam a dirustkirina rêya sereke ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê.

Serperiştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb ragihand: “Di merasîmeke fermî de û bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, di vê hefteyê de dê bi fermî deriyê navdewletî ji geştiyaran re were vekirin. Di qonaxa duyemîn de jî kar ji bo destpêkirina bazirganiyê tê kirin.

Îro yekşemî 7ê Gulanê Serokerkarên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Ruken Îsa Uzêr, ligel çend berpirsên leşkerî, ji bo guftûgokirina rewşa ewlehiyê ya herêmê, serdana Wî derî kir û ala Kurdistanê yekem car ji aliyê Qaymeqamê Mêrgasorê ve hat bilindkirin.

Deriyê Navdewletî yê Zêt li navçeya Şêrwana Mezin a navçeya Mêrgasorê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Soranê ve ye û dê bibe deriyekî nû yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x