Dizeyî: Hinardekirina petrola Kurdistanê di berjewendiya hikûmeta Iraqê de ye jî

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya hikûmeta Iraqê de ye jî, ji ber ku di budceyê de cih girtiye.

18.07.2023, Sal - 09:58

Dizeyî: Hinardekirina petrola Kurdistanê di berjewendiya hikûmeta Iraqê de ye jî
Nuçe Belav bike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ji ajansa K24ê re ragihand, aliyê teknîkî heta radeyekê çareser bûye, ya ku maye hevdîtina Enqere û Bexdayê ye ku tê çaverêkirin tê de pirsgirêk were çareserkirin.

Li gorî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, Iraqê ji wan 5 dosyayên ku li dijî Tirkiyê li dadgeha Parîsê vekiribû, tenê yek di yek dosyeyê qezenc kiriye.

Li gorî Dizeyî, metirsiya vekirina dozeke din a li dijî Tirkiyê heye, lewma Tirkiyê bi niyaz e ku aliyên yasayî yên mijarên berê bipaş bixe û hewl dide ku rûpeleke nû veke.

Li gorî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, ziyana ku ji ber rawestandina hinardenekirina petrola Kurdistanê derketiye, zêdetirî 3 milyar dolar e.

Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Tirkiyê hatibû rawestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin, tê çaverêkirin hinartina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê bo bendera Tirkiyê dest pê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x