Endamên Kongreyê ji bo ‘Kurdan’ û ‘Herêma Kurdistanê’ bangî Joe Biden kir!

Endamên Kongreya Amerîkayê Michael Waltz, Michael McCaul ve Joe Wilson ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nameyek nivîsî.

19.09.2023, Sal - 12:16

Endamên Kongreyê ji bo ‘Kurdan’ û ‘Herêma Kurdistanê’ bangî Joe Biden kir!
Nuçe Belav bike

Endamên Kongreya Amerîkayê Michael Waltz, Michael McCaul ve Joe Wilson ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nameyek nivîsî.

Her sê endamên Kongreya Amerîkayê di nameya xwe de ji bo “Kurdan” û “Herêma Kurdistanê” bangî Joe Biden kir.

Wan endamên Kongreyê, nêzîkbûna grûpên di kontrola Îranê de ya li hemberî Kurdan û Kurdistanê bi bîr anî û ji Joe Biden xwest, “Hewl bide da ku ev grûp dawiyê li vê nêzîkbûna xwe ya ku nayê qebûlkirin bînin.”

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Michael McCaul, Endamê Komîteya Karên Derve Michael Waltz û Serokê Komîteya Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn Joe Wilson li ser “li Îraqê nêzîkbûna li beramberî Kurdan” û “rewşa Kurdan” nameyek nivîsî.

Van endamên Kongerê di nameya xwe de amaje bi Makeqanûna sala 2005an a ku statûya Herêma Kurdistanê dihewand kir û da zanîn ku Amerîkayê piştgirî daye vê Makeqanûnê.

“Ev nêzîkbûna wan nayê qebûlkirin”

Her sê endaman rola Amerîkayê ya li Îraqê bi bîr xist û bangî Joe Biden kir:

“Em bangî we dikin ku hewl bidin da grûpên di kontrola Îranê de dawiyê li nêzîkbûna xwe ya li hemberî Kurdan û Herêma Kurdistanê binîn ku ev nêzîkbûna wan nayê qebûlkirin.”

Nameyê da zanîn ku Amerîka li Îraqê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê gelekî bawer e û ragihand ku hinek aliyên Îraqî dixwazin ji aliyên aborî, siyasî û hiqûqî ve zextê li Herêma Kurdistanê bikin.

Endamên Kongreya Amerîkayê amaje pê kir, yek ji van kesên ku dixwazin zextê li Herêma Kurdistanê bikin Serokê Konseya Bilind a Darazê ya Îraqê Faîk Zeydan e.

Michael Waltz, Michael McCaul ve Joe Wilson di nameya xwe de bi bîr xist ku Îraqê qebûl kiriye mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê “bi deyn” bide lê bal kişand ser petrola Kurdistanê û got:

“Ragirtina Xeta Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê beşeke mezin a dahata Kurdistanê nehiştiye.

Ev rewş, bihabûna petrolê bi xwe re tîne û Îran jî li gel ku siza li serê hene petrolê îxrac dike.”

Nameya her sê wezîran, diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, 15ê Tebaxê gotibû ew bi çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê re eleqedar dibin û cih da van axaftinên Blinken:

“Hevkariya me ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hêmana bingehîn a peywendiyên me yên berfireh e.”

“Em ji aliyên siyasî û aborî ve qels dibin”

Nameyê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 3yê Îlonê ji Joe Biden re nameyek şandibû û gotibû:

“Ez di qonaxek krîtîk a dîroka me de ji we re dinivîsim, qonaxeke ku ez ditirsim em ê nikaribin ji heqî derkevin.

Em ji aliyên siyasî û aborî ve qels dibin. Amerîkayê sala 2003yan piştgirî da modela Îraqa Federal û niha jî angaşt dike ku piştgiriyê didiyê.

“Ev cara ewil e ez gelekî dilgiran im”

Ji dema ku ez bûme serokwezîr ve, ev cara ewil e ez gelekî dilgiran im ku dê ev kampanyaya bêrûmet a li dijî me bibe sedema hilweşîna vê modelê.”

Nameyê herwiha destnîşan kir ku sozên Antony Blinken ên li ser petrola Kurdistanê bi cih nehatine.

“Pêdivî bi stratejiyeke nû heye”

Her sê endamên Kongreyê di nameya xwe de ragihand ku li Îraqê pêdivî bi stratejiyeke nû heye û bangî biden kir:

“Em hêvî dikin hûn vê mijarê di civîna xwe û Serokwezîrê Îraqê de bînin rojevê.

Herwiha em dixwazin hûn me di heqê pêngavên şênber ên nû yên Antony Blinken de agahdar bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:02:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x