Gellê Kerkûkê: Em amade ne axa xwe biparêzin

. Hemwelatiyên Kerkûkê jî dibêjin, ew nahêlin ti hêzeke çekdar were nav bajarê wan û ew amade ne Kerkûkê biparêzin.

14.10.2017, Cts - 10:06

Gellê Kerkûkê: Em amade ne axa xwe biparêzin
Nuçe Belav bike

Di 2 rojên derbasbûyî de ji ber gef, liv û tevgera Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ya li nêzîkî başûrê Kerkûkê, pêşmerge ketiye amadebaşiyê.

Hemwelatiyek Kerkûkî dibêje: “Em bimrin jî teslîm nabin, li Kerkûkê teslîmbûn nîne. Bi ti awayî em hatina Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê qebûl nakin. Heta niha kengî Bexdayê di berjewendiya Kurdan de daxwazak kiriye? Em dixwazin partî û aliyên Kurdistanî hev bigrin. Çawa dijminên me li dijî Kurdan hevdigrin û divê heman awayî em jî hev bigrin.”

Hemwelatiyekî Ereb, ku bi gotina wî ev sal û nîvekê ye li Kerkûkê ye dibêje: “Ez spasiya kurdan dikim. Kes me nerehet nake. Ya baş ew e, ku rûnin û bi hevre biaxivin, ne ku êrîş bikin. Şer xizmeta ti aliyan nake.”

Hemwelatiyekî din jî diyar dike: “Ji sala 1963ê ve me ti xêr ji vî dewletî nedîtiye. Em bi hemû awayek piştgirî didin pêşmerge. Eger ji destê wan were desthilata Baxdayê ji Saddam xiraptir e. Em dibêjin bila li hev bikin. Eger bixwazin bi çek werin emê jî bi çek bersivê bidin wan. Me navê xwîn birije û em natirsin. Ma pêşmerge ji Heşd ditirse? Na, ji ber ku em heq in.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x