Heft sal di ser rûdanên xiyaneta 16ê Cotmehê re derbaz dibin

16.10.2024, Çar - 11:19

Heft sal di ser rûdanên xiyaneta 16ê Cotmehê re derbaz dibin
Nuçe Belav bike

Heft sal di ser rûdanên xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê re derbaz dibin, ku 51% ya axa Kurdistanê ji aliyê çend kesên nav Yakîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) radestî Heşda Şebî û milîşyayan hat kirin, bê ku destkeftiyek bi dest wan bikeve.

Li dû raporta Rêxistina Cemawerî ya Duzxurmatoyê, li roja 16ê Cotmeha 2017ê, 88 xanî hatin teqandin, 300 mal hatin şewitandin û du hezar û 500 mal jî hatin talankirin.

Rayên dijhev di nav serkirdeyên wê partiyê bi xwe de çê bûn, bikerên wê xiyanetê li pey destkeftiyekî bûn, yên ku canê niştîmanperweriyê li cem wan binirx bû jî daxuyaniyên li dijî wî karê çepel parve dikirin.

Parêzgerê xiyanetlêkirî û wexerkirî yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku postê Parêzgerê Kerkûkê para YNKê bi xwe bû, di derheqa rûdanên 16ê Cotmehê de gotibû, “16ê Cotmehê xiyanetek bû, xelkê Kerkûkê xist bin destê dagirkeran. Ên ku li roja 16ê Cotmehê xiyanet kir nikarin wê xala reş a li ser rûyê xwe jê bibin. Xelkê Kerkûkê careke din bawer ji wan nake û wekî çepel û xiyanetkar wan pênase dike.”

Necmedîn Kerîm di derheqa helwesta PDKê ji bo tevlînebûna di hilbijartinên wî bajarî de jî gotibû, “Ez bergiriyê ji PDKê nakim ji ber ku pêdivîtiya PDKê bi bergiriya min nîne û ew bi xwe dikare bergiriyê ji xwe bike. PDKê ew helwest nîşan da ji ber ku piştrast e niha Kurdan li Kerkûkê çi desthilatek nemaye.”

Mela Bextyar jî di peyameka xwe de piştî derbazbûna salekê di ser wê xiyanetê re tekez kir, “Çanda me çanda şkandin û tometbarkirina hev e, ne çanda helsengandin û rexnegirtinê ye. Nabe ku em li ser van şaşîtiyan û karesatên wekî ya 16ê Cotmehê berdewam bin.”

Endamê Civata Serkirdetiya YNKê yê wê demê Arêz Ebdila di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir, “Me ji ber rûdanên 16ê Cotmehê nîva axa Kurdistanê ji dest da. Ew rûdan qet ji êrîş û stemên serdema hikûmetên berê yên li ser gelê Kurd kêmtir nebûn.”

Ji aliyekî din ve Cîgirê Serokê Melbendê 16ê yê Rêkxistina Hemrînê ya YNKê Hesen Baram jî di çavpêkeftinekê de ragehand, “Ji ber rûdanên 16ê Cotmehê, min dest ji YNKê berda. Ez 16ê Cotmehê wekî karesateke mezin a dîroka gelê me dibînim, lewma ew kesên dest di rûdanên 16ê Cotmehê de hebûbin, divê bên berbarankirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 85 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x