Îro 50emîn salvegera bombebarana Qeladizê ye

Îro 24.04.2024 salvegera bombebarana bajarê Qeladizê ye ku bi mûşek û çekên fosfor pêkhatibû.

24.04.2024, Çar - 11:41

Îro 50emîn salvegera bombebarana Qeladizê ye
Nuçe Belav bike

Pîştî bi dawî buna rêkevtina 11 adara 1970 ê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve, şoreşa gelê Kurdistanê, ku Mela Mistefa Barzanî serokatiya wê dikir, biryara zankoya Silêmaniyê veguhezin bajarê Qeladzê ya li ser sînorê Kurdistana başûr û rojhilat hatibû dayîn.

Roja 24ê Nîsana 1974ê balefirên şer û artêşa rejîma Beis a Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û Pêşmerge li Qeladizê bombebarin kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û Pêşmerge şehîd ketin û zêdetir ji 250 kesî jî birîndar bun.

Piştî raperîna gelê Kurdistanê li bihara 1991ê û damezrandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê ve, parlamentoyê biryar da roja 24ê Nîsanê wek roja şehîdên zankoyê bê pênasekirin û her sal ew şehîdên Qeladizê bên bibîranîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:30:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x