Malîkî: Di derbarê Berhem Salîh de îddiayek metirsîdar eşkere kir!

Serokê îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malîkî aşkere kir, ku cîgirê duyem ê berê ye YNKê pêşneyar ji wî re kiriye ku Iraq hêz li dijî Kurdistanê bixe tevgerê.

31.10.2017, Sal - 10:05

Malîkî: Di derbarê Berhem Salîh de îddiayek metirsîdar eşkere kir!
Nuçe Belav bike

Nûrî Malikî ragehand, wê demê ew serokwezîr bûye û Berhem Salih jî cîgirê serokwezîrê Iraqê bûye û bangî wî kiriye û jê re gotiye, ew tankerên neftê bo berjewendiyên PDKê neftê veduguhêzin bo Îranê û Berhem Salih jî gotiye ew tanker tenê yên PDK'ê nînin, ên YNK'ê jî ne.

Her wiha Serokê îtîlafa dewleta yasa amaje bi vê yekê jî kir, ku ji Berhem Salih re gotiye erê çare çiye? Berhem Salih jî gotiye, "were em hêz li dijî Kurdistanê bixin tevgerê. Tenê çare ew e ku li hemberî Kurdistanê hêz were bikaranîn."

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:22:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x