Mesrûr Barzanî: Jenosîda Kurdên Feylî bi armanca jinavbirina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de ragihand, “Jenosîda Kurdên Feylî tawaneke jibîrnekirî ye û beşek ji wan tawanan e ku bi armanca jinavbirin û nehîştina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

04.04.2024, Per - 15:15

Mesrûr Barzanî: Jenosîda Kurdên Feylî bi armanca jinavbirina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bi rê û hurmet bîranîna wan hemû xwişk û birayên Kurdên Feylî dikin ku di helmeteke hovane ya ji rejîma berê ya Iraqê de, tenê ji ber kurdbûna wan û piştgiriya şoreşa gelê Kurdistanê rastî girtin, kuştin, windakirin û standina nasnameyê hatine.”

Di peyamê de hat gotin, “Jenosîda Kurdên Feylî tawaneke jibîrkirî û beşeke ji wan tawanên ku bi armanca tinekirin û jinavbirina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Pêwîst e hikûmeta Îraqê erkên xwe yên exlaqî û destûrî cîbicî bike û bi awayekî şayeste Kurdên Feylî û hemû qurbaniyên destê rejîma Beis a berê qerebû bike.”

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bejna xwe li hember giyanê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Vî nûçeyê tevayî: 167 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:01:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x