Serokwezîr di merasîma danîna kevirê bingehê yê Kompanyaya Çîmento ya Dabîn de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, ev kargeha çîmentoyê dibe yek ji kargehên herî girîng ên Herêma Kurdistanê û dê roleke wê ya berçav di pêşxistina proseya avakirin û avadankirina Kurdistanê de hebe.
Got jî: “Ez kompanyaya Dabin û Power China ji bo cîbicîkirin û avakirina vê projeyê dikim. Hêvîdar im ku ev proje di demek diyarkirî de wek ku soz hatiye dayîn bi kalîte bidawî bibe û di avakirina wê de ewlehiya karkeran û parastina jîngehê li ber çavan bê girtin.”
Da zanîn jî, “Di qonaxa avakirina kargehê û destbikarbûna wê de, bi sedan derfetên kar dê çêbibin, ku divê %75 ê derfetên kar di her proje û pîşeyekê de, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê be û rahênanê bi karker û endezyarên Kurd bê kirin, da ku di vî warî de şarezayiya xwe bipêş bixin. Her wiha em hêvî dikin ku di avakirina vê kargehê de pirsgirêkên jîngehparêzî, germbûna global û sînordarkirina belavbûna gazê heta ku ji destê me tê, li ber çav were girtin