Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê: Divê bi zûtirîn dem petrola Kurdistanê bê hinardekirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

25.09.2024, Çar - 12:22

Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê: Divê bi zûtirîn dem petrola Kurdistanê bê hinardekirin
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de “danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin kirin.”

Di pareke din a danûstandinan de, “her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser amadekariyên birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li hev guhertin.”

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, her du alî li ser birêveçûna hilbijartinan bi awayekî pakij û azad û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî binpêkirinan hevnerîn bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Her du alî li ser pêdivîtiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem hevnerîn bûn, ji ber ku rawestandina wê zirareke zêde gehandiye budceya giştî ya federalî.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:18:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x