Îro Înê 6ê Çileya 2023an 25mîn Kûpaya Kendavê ya futbolê li bajarê Besrayê yê başûrê Iraqê dest pê dike û dê hejmarek serkirde û berpirsên pilebilin ên Iraqê û Herêma Kurdistanê beşdarî di merasima destpêkirina kûpayê de amade bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwandineke fermî beşdarî di merasima vekirina Kûpaya Futbolê ya Kendavê de bike.
25mîn Kûpaya Futbolê ya Kendavê êvara îro bi beşdariya 8 tîmên netewî yên welatên kendavê dest pê dike. Heşt tîmên beşdar di kûpayê de li ser du koman hatine dabeşkirin; Di koma yekem de tîmên Iraq, Siûdiye, Oman û Yemenê hene û lîstikên wê komê dê li stadyuma navdewletî ya Besrayê bên lidarxistin. Di koma duyem de tîmên Qeter, Îmarat, Behreyn û Kuweyt hene ku lîstikên wê komê jî dê li stadyuma navdewletî ya Mînayê bên sazkirin.
Kûpaya Kendav 25 bi lîstika di navbera her du tîmên Iraq û Omanê de dest pê dike, lîstik demjimêr 19:00 li stadyuma navdewletî ya Besrayê tê lidarxistin û lîstik bi awayekî zindî li ser malpera Rudaw Sports a di tora civakî ya Facebookê de tê weşandin.
Ev cara duyemîn e ku Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike. Cara yekê di sala 1979an de ev kûpa li Bexdayê hatibû sazkirin.
Piştî sala 2019an ku li bajarên Hewlêr û Kerbelayê Kûpaya Rojavayê Asyayê hat lidarxistin, Kûpaya Kendav 25 duyem çalakiya mezin a werzişî ye ku di wan salên dawî de li Iraqê tê lidarxistin.
Şaniyê Rûdawê bo Besrayê, Mihemed Karêzî ragihand, komîteya amadekar û aliyên pêwendîdar hemû amadekariyên ji bo birêvebirina kûpayê bi dawî kirine.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî roja 3ê Çileya 2023 ji Rûdawê re ragihandibû, “karekî mezin li stuyê hêzên ewlehiyê ye, wê jî pêdivî bi hewldaneke zêde ye. Besra aram û bi istiqrar e, ew jî ji bo niştecihên wê û mêvanan cihê keyfxweşiyê ye.”
Xefacî herwiha got, “Li her derê bajêr rojane çalakiyên me hene û gelek hêz bê çek hatine bicihkirin, ev jî karekî medenî ye, raste ku karekî ne hêsan e, lê em dê di mazûvaniyê de bi ser bikevin.”