Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyera Mêrdînê de daxuyaniyek da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel malbatên her du qurbaniyên bûyera Merdînê axivî û ragihand ku, ew dê ji nêzîk ve li gel berpirsên pêwendîdar ên Tirkiyê bişopînin û heta dadgehkirina berpirsan dê berdewam bin.

21.01.2023, Cts - 07:42

Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyera Mêrdînê de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê ligel malbatên qurbaniyên bûyera Merdînê axivî. Barzanî di peywendiya telefonî de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêvî kir “Xwedê bi dilovaniya xwe ruhê qurbaniyan şad bike û aramî bide hemû kesan.”

Di pêwendiya telefonî ya xwe de ligel malbatên qurbaniyan, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku, ew dê berdewam bin li ser şopandina berpirsên pêwendîdar ên Tirkiyê heta ku berpirsên wê bûyerê bên dadgehkirin û cezakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê ligel malbatên 2 qurbaniyên bûyera Merdînê axivî. Di peywendiya telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re xwest û “hêvî xwest ku Xweda bi dilovaniya xwe ruhê qurbaniyan şad bike û aramî û selametiyê bide hemû kesan.

Li gor daxuyaniyê her du malbatên qurbaniyan “spasiya peywendî, hevxemî û hevkarîkirina Serok Nêçîrvan Barzanî kirin û daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin ku heta ku tawankar û kujerên endamên malbatên wan bên dadgehîkirin û sizadan li ser hewlên xwe berdewam bin.”

Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (75 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:37:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x