Nêçîrvan Barzanî li ser ziyareta Erdogan peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku serdana Erdogan dîrokî ye û di demeke hesas de ye.

22.04.2024, Pts - 14:27

Nêçîrvan Barzanî li ser ziyareta Erdogan peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan çû Bexdayê.

Recep Tayyîp Erdogan, li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştre civîna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Erdogan dest pê kir.

Li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin, Erdogan dê piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

“Rastî demeke krîtîk tê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser hatina Erdogan got:

“Serdana dîrokî ya Serok Recep Tayyîp Erdogan rastî demeke krîtîk a herêmê tê.

Ev serdan pêwendiyên bihêz ên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re nîşan dide.

Ez li bendê me ku Erdogan li Hewlêrê pêşwazî bikim û em li ser mijarên wekî aştî, aramî û bipêşketina aborî biaxivin.”

Vî nûçeyê tevayî: 104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x