PDK: Iraqê, plana êrişê beriya referandûmê da amade kiribû

Rêveberiya PDKê îro bi serokatiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kir.

07.11.2017, Sal - 12:38

PDK: Iraqê, plana êrişê beriya referandûmê da amade kiribû
Nuçe Belav bike

Berdevkê PDK'ê Mehmûd Mihemed di axaftina xwe ya piştî civîna PDK'ê ku bin Serokatiya Barzanî de pêkhat de ragihand, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ji hikûmeteke demkî yan her hikûmeteke din re amade nîne ji ber wê jî divê hemû alî piştevaniya hikûmeta niha bike.

Mehmûd Mihemed di berdevamiya axaftina xwe de got, êriş û pilanên hikûmeta Iraqê li dijî Kurdistanê nîşan didin ku ew êriş û pilan beriya referandomê hatibûn amadekirin ne piştî referandomê.

Di derbarê hewlên Gorran û Komela Îslamî bo pêkanîna hikûmeteka demkî jî Mehmûd Mihemed got, şert û rewşa niha ya Kurdistanê ji tiştekî wisa re amade nîne loma pêwîst hemû aliyek piştevaniya hikûmeta niha bike.

Her wiha li ser civîna PDK û YNK'ê jî berdevkê YNK'ê got, em niha nizanim em'ê bi kî re hevdîtin bikin ji ber ku hîn nayê zanîn kî muxatebê me ye.

Wî rayedarê PDK'ê bang li gelê Kurdistanê kir li hember êriş û pilanên ku li dijî Kurdistanê tên kirin û danîn, li ber xwe bidin û got, me di civînê de behsa mûçe jî kir. Ji hikûmet hat xwastin ku çareyekê bibîne bo paşerojê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:46:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x