Eqîd Qadir Şêx Memî yek ji fermandarên hêza Roj amaje kir, PKKê di kombûna digel hêzên pêşmerge da, daxwaza vekşana hêzên pêşmerge ji komelgeha Xanesorê kir, lê pêşmerge ret kir û ji bo PKKê ragîhand; ev erdê Kurdistanê ye û hûn hêzeka bîyanî ne û pêwîste hûn vekşin.
Got jî: pêşmerge bi başî cihên xwe li Xanesorê girtine û xelkê deverê û hemû Şingalê jî, dixwazin pêşmerge wan bi parêze û piştevanên pêşmerge ne.