Selîm Cibûrî: Serdana Nêçîrvan Barzanî dê piraniya pirsgirêkan çareser bike

Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ragihand ku dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkên aloz bike.

06.04.2024, Cts - 09:58

Selîm Cibûrî: Serdana Nêçîrvan Barzanî dê piraniya pirsgirêkan çareser bike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Hikûmetê dê îro diçe Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê dê rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.

“Nêçîrvan Barzanî kesekî jîr û jêhatî ye”

Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê û Sekreterê Tevgera Giştî ya Encûmena Medenî ya Çaksaziyê Selîm Cibûrî di kongreyeke rojnamegeriyê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Em bi germî pêşwaziya her cure diyalogê dikin. Divê danûstandin berdewam bin lê ne tenê ji bo çareseriyeke demkî ya bi Herêma Kurdistanê re.”

Selîm Cibûrî li ser rola Nêçîrvan Barzanî jî got:

“Birêz Nêçîrvan Barzanî serkirdeyekî jîr û jêhatî ye, di demên borî de hinek pirsgirêk derketine.

Bi taybetî yên ku girêdayî mûçeyê karmendan, yasaya petrol û gazê û pêwendiyên di navbera û Herêma Kurdistanê de ne ku pêwîstî bi kesayetiyekî bihêz û şefaf heye.

Hêviyên mezin ji bo serdana wî hene û ez bawer dikim ku piraniya pirsgirêkên aloz bi serdana wî dê çareser bibin.”

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:01:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x