Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê bi awayekî berfireh cihê xwe girt.

06.05.2024, Pts - 15:54

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye.

Destpêkê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, her du aliyan daye zanîn ku divê pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li gorî “hîmên cîrantiya baş, berjewendiyên hevpar, bilindkirina asta bazirganiyê û pêwendiyên aborî” werin bipêşxistin.

Li hêla din, medyaya Îranê cihekî girîng ji vê ziyaretê re veqetand.

Medyaya Îranê diyar kir ku ev serdan ji bo xurtkirina pêwendiyên siyasî û aborî yên Hewlêr û Tehranê girîng e.

“Tim rêya dîyalogê dide ber xwe”

Rojnameya “Heftî Subh”ê behsa jiyana Nêçîrvan Barzanî kir û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan tim rêya dîyalogê dide ber xwe.”

“Sefereke Pirarmanc”

Rojnameya “Şerq”ê serdana Barzanî bi sernavê “Sefereke Pirarmanc” da û şîrovekarê rojnameyê Salih Zulqedir ev serdan nirxand.

Salih Zulqedir diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê bi armanca avakirina hevsengiya di navbera aliyên siyasîde  û bi taybetî jî avakirina hevsengiya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re çûye Tehranê.

Salih Zulqedir amaje pê kir ku dê bi taybetî li ser mijarên wekî “Êrişên bi mûşekan ên li ser Hewlêrê, enerjî û çalakiyên PKKyê yên li Herêma Kurdistanê” were sekinîn.

“Îran bûye kêlika kesayetên navdar”

Rojnameya “Armanî Mîllî”yê amaje pê kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî û serdana Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Mariano Grossi di heman demê de ne û got:

“Îran van rojan bi armanca bihêzkirina pêwendiyên Îranê yên bi welatên cîran û Ewropayê re bûye kêlika kesayetên navneteweyî yên navdar.”

“Armancek bipêşxistina pêwendiyên aborî û siyasî ye”

Rojnameya “Armanî Îmruz”ê rûpelê xwe yê ewil ji serdana Nêçîrvan Barzanî re veqetand û got:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî çend bepirsên pilebilind li Tehranê ye da ku li ser çend mijarên girîng bi rayedarên Îranê re bicive.

Bipêşxistina pêwendiyên aborî û siyasî û nirxandina bûyerên girîng ên li herêmê di nava van armancan de ne.”

“Dê bibe wesîleya bihêzkirina pêwendiyan”

Rojnameya “Hem Mîhen”ê amaje bi “girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo Îranê” da û got:

“Îran salane bi Herêma Kurdistanê re 5,2 milyar dolaran danûstandina bazirganiyê dike.

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê dê bibe wesîleya bihêzkirina pêwendiyên her du aliyan.”

Rojnameyê êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê yên bi hinceta “pêwendiyên bi Îsraîlê re” bi bîr anîn û diyar kir ku piştî van êrişên Îranê pêwendiyên her du aliyan sar bûne.

“Tim hewl didin ku pêwendiyên xwe xurt bikin”

Rojnameya “Ecoiran”ê diyar kir ku dê Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên Îranê re “bûyerên herî girîng ên cîhanê û pêwendiyên Hewlêr û Tehranê” binirxîne.

Ecoiranê jî behsa girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo aboriya Îranê kir û diyar kir:

“Her du alî tim hewl didin ku pêwendiyên xwe xurt bikin, ev serdan jî nîşaneya vê yekê ye.”

“Gelekî girîng e”

Ajansa “Meşriq”ê jî amaje bi nûçeya Rûdawê ya li ser serdana kir û bi bîr anî ku Nêçîrvan Barzanî herî dawî sê sal berê çûbû Îranê û pê de çû:

“Ev ziyaret ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

“Dê ji bo bipêşvebirina pêwendiyan hewl bidin”

Malpera Tesnîmê ya ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye jî bi awayekî berfireh behsa ziyareta Barzanî kir û da zanîn:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên pilebilind ên Îranê re dicive û dê behsa bûyerên li herêmê bikin.

Herwiha dê ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê jî hewl bidin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x