Serok Barzanî pêşwaziya Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike

Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran dikin.

06.03.2024, Çar - 13:29

Serok Barzanî pêşwaziya Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser çend mijaran dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 06.03.2024) li Pîrmamê bi Şanda Lijneya Herêm û Parêzgehan a Civata Nûerên Îraqê bi serokatiya Xalid Samerayî re civiya.

Di wê civînê de, şanda mêvan pesna ezmûna Herêma Kurdistanê di warê karûbarên pêşxistina parêzgehan û pêkanîna îdareyên serbixwe yên Zaxo û Soranê û Raperînê kir, herwesa hêvî kir ku ew ezmûn ji bo cihên din ên Îraqê jî bê veguhastin.

Guhertina dîtin û nerînan li ser rewşa siyasî ya Îraqê jî tewerekî din ê wê rûniştinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x