Serok Barzanî: Êzgê Dengê Kurdistanê ji bo gehandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê pêngaveke giring bû

Serok Barzanî di salvegera 61ê ya damezrandina Êzgê Dengê Kurdistanê de pîrozbahî li birêveber û karmendên wê kir û hêvî xwast ku berdewam di pêşkeftinê de be.

28.09.2024, Cts - 10:04

Serok Barzanî: Êzgê Dengê Kurdistanê ji bo gehandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê pêngaveke giring bû
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî doh (În, 27.09.2024) di salvegera 61ê ya damezrandina Êzgê Dengê Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê parve kir ku tê de amaje da, “Di salvegera damezrandina vê êzgê de, ez pîrozbahiyeke germ li birêveber û karmendên êzgeyê, cemawer, alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî herwesa di peyama xwe de got, “Ev êzge bîranîneke şirîn û bibandor a şoreşa mezin a Îlonê ye, ez hêvîdar im her di pêşkeftinê de be.”

Serok Barzanî ron jî kir, “Damezrandina Êzgê Dengê Kurdistanê di wê serdema giran û pirî şanazî de pêngaveke giring bû, ji bo gehandina dengê şoreşê û nûçeyên qehremaniyê û dastanên Pêşmergeyan bo xelkê xweragirê seranserî Kurdistanê û ji bo gehandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û doza wê ya rewa ji bo raya giştî ya Îraqê û deverê û cîhanê jî rêyeke serdemane bû.”

Serok Barzanî her di vê rojê de spasiya hemî wan xebatgêr û têkoşeran kir ên ku rol di berdewamî û zindîhêlana dengê qehremanane yê Êzgê Dengê Kurdistanê de hebû.

Serok Barzanî herwesa daxwaz jî kir ku, li ser karkirina medyayî ya rastgo û sengîn û parastina nirxên neteweyî û niştîmanî û mirovanî berdewam bin û berdewamiyê bidin wî nehcê azad û şoreşgêrane û demokrasî yê ku ew êzge pêxemetî wan hatiye damezrandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x