Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Spanya li Iraqê Pedro Martinez Avial kir.

07.05.2024, Sal - 15:41

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya baregeha Serok Barzanî, Balyozê Îspanya li Iraqê ji Serok Barzanî re ragihandiye ku haya wî ji dîrok, têkoşîn û zehmetiyên ku hatine serê gelê Kurdistanê heye, pêzanîna wî bo giyanê berxwedana gelê Kurdistanê heye û geşe û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wek mînakek ji bo deverên din ên Iraqê bi nav kir.

Diyar kir jî, rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî gotûbêj kirin û Serok Barzanî amaje bi têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina maf û aramiya tevahiya Iraqê kir û tekezî li ser wê yekê ku pêwîst e hemû alî wane ji dîrok û xeletiyan werbigirin û vegerin ser destûr Iraqê û diyalog û hevtêgihiştin, baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramî û geşepêdana Iraqê zanî.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de, mijareke din a gotûbêjên hevdîtinê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x