Serok Barzanî sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes kir û got: “Roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû.”
Kesayetiyê navdar ê Kirîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî ya Duhokê Metran Reban El-Qes îro 28ê Tebaxa 2023an, di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.
Serok Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes û Kirîstiyanên Kurdistan û cîhanê kir û hevxemiya xwe nîşan da.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgirîkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê hebû.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got: “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”
Metran Reban El-Qes ji gundê Kanî yê qezaya Amediyê bû. Cenazeyê wî sibe sêşemî 29.08.2023an dê bi merasîmekê li gundê xwe bi xakê bê spartin.