Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Gomespanê vedike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Gomespanê vedike û berê binyatî ji bo rêya dualî ya Gomespan - Simaqoliyê jî dadine.

16.10.2024, Çar - 10:45

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Gomespanê vedike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 16.10.2024) di merasîmekê de bendava Gomespanê vedike û berê binyatî ji bo rêya dualî ya Gomespan - Simaqoliyê jî dadine.

Bendava Gomespanê li ser astê Herêma Kurdistanê bendava sêyê ya herî mezin e û li ser astê parêzgeha Hewlêrê jî bendava herî mezin e. Rûberê wê 6 milyon û 125 hezar metirên ducarkî ye û yek ji pirojeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku bilindahiya wê 70 metir û dirêjahiya wê 512 metir e û dikare 115 milyon metirên sêcarkî yên avê kom bike.

Ev bendav bi konkirîtê ji cûnê Arsîs hatiye darêtin, ku ev cara yekê ye li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê tê bikaranîn. Temambûna vê bendavê dê bandor li ser parastina samanê avê, bilindkirina astê ava binerd û berhingariya hişkesaliyê hebe, herwesa dê bibe çavkaniyeke giring a dabînkirina ava pakij ji bo Hewlêrê û kertê geştyarî yê deverê jî vedijîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:45:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x