Serokwezîr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanyayê kir!

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanyayê yê Iraqê John Wilkes kir.

13.09.2018, Per - 08:12

Serokwezîr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanyayê kir!
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniya li ser hevdîtinê hatiye dayîn waha ye:

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herîma Kurdistanê Roja Çarşem 12.09.2018 pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê John Wilkes li Îraqê û şandeka pê re kir.

Li hevdîtinekê, behsa dawîn pêşhat û diyaloga pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê kirin.

Balyozê Brîtanyayî pêdagirî li ser pêwîstiya rola Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê û hevbeşî di biryarên hikûmetê û çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Balyozî Brîtanyayî herwiha kêfxweşiya xwe li hember sazkirina hilbihartinên Herêma Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hîviya hilbijartineka serketî ji bo Herêma Kurdistanê xwest.

Serokwezîr bi amaje bi diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraq û Kurdistanê, pêdagirî li ser yekdengî û yekrêziya firaksiyonên Kurdî li Parlemantoya Îraqê û bi hêz bûna Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir.

Seroksezîr Barzanî pişkdarî û rola erênî ya Herêma Kurdistanê li Parlemanto û Hikûmeta Îraqî ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê giring daye zanîn.

Herwiha kêfxweşiya xwe li hember beşdarî kirina piraniya partiyên siyasî li hilbijartina parlemantoya Kurdistanê nîşanda û got kampînên hilbijartinê heya niha bi awayekî baş rêve dice.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwet piştî hilbijartinê, hikûmeta nû pêk bihê, ku bikare reformên ku berî niha hatine diyarkirin, bi cih bîne.

Li dawiyî jî behsa rewşa deverê, bi taybetî li warî siyasî û tenahiyî kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:07:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x