Serokwezîr: Di çareseriyê de divê lihevkirin bê esasgirtin

Do danê êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçirvan Barzanî pêşewazî li serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîe û şanda li gel de kir.

06.02.2017, Pts - 02:59

Serokwezîr: Di çareseriyê de divê lihevkirin bê esasgirtin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtina îro de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîe, Emar Hekîm û cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî û hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêmê amade bibûn, Emar Hekîm kêyfxweşiya xwe derheqê serdana Herêma Kurdistanê de anî ziman û amaje kir ku pêwîste ew serdanane zêde bin û zû bêne encam dan, bi tayebet ji bo gotûbêjên di navber Hewlêrê û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji bo pirsgirêkan. Herwiha Emar Hekîm destxweşî li Pêşmergeyan jî kir ji bo wan serkeftinên ku di şerê dijî DAIŞê de bi dest anîne û serexweşî li malbatên şehîdan kir.

Emar Hekîm hemahengiya di navber Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan di tekoşîna dijî terorê de bilind nirxand û tekezî li ser peywendiyên di naver kurd û Hevpeymaniya Niştimaniya şîe jî kir û eşkere kir ku wan peywendiyane, dîrokeke dirêj heye û got ku wan pêkve xebat ji bo xweşguzeraniya wî welatî kirine û bi pêwîst jî zanî ku di pêşerojê bi heman awayî alîkariyê bidin hevûdu. Herwiha eşekere jî kir ku îradeyeke baş ji milê Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta federal de heye ji bo çareserkirina arîşeyên ku li gel Herêma Kurdistanê hene.

Ji milê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî spasiya wê şandê û têbînî û destpêşxweriyane wan kir û ev yeke, wek derfetek da zanîn ji bo gotûbêjên zelal di navebr her du aliyan de li ser hemû pirsan. Û bi pêwîst jî zanî ku di çareserkirina pirsgirêkan de lihevkirinê bê esasgirtin heta ku hemû alî piştrast bin li pêşeroja xwe di Iraqê de.

Nêçîrwan Barzanî kêfxwaşiya xwe jî, bi hemahengiya dawieyê ku li navber Kurdistanê û Hikûmeta federal de ava bûye nîşan da û eşkere kir wê hemahengiyê encamên gelek baş di şerê dijî DAIŞê de hebûne û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê û dîtina formuleke nû ji bo pêşeroja peywendiyên di navber Hewelêr û Bexdayê de û misogerkirina pêşeroja hemû pêkhateyan anî ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:55:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x