Silêmaniye: TIR bi ser otomobîlê de ket: 5 kes mirin

Li navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê di qezayeke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da.

02.08.2023, Çar - 05:30

Silêmaniye: TIR bi ser otomobîlê de ket: 5 kes mirin
Nuçe Belav bike

Bûyer piştî nîvroj li ser rêya Derbendîxan-Şaxî Berananê li çerxerêya Kilke-Qastiyê qewimî.

TIRa ku ji Çiyayê Beranan dadiket, bi ser otomobîlekê de ket ku ji aliyê din ve dihat.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Rêveberiya Trafîkê ya Derbendîxanê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û 5 rêwî ji otomobîla perçiqî derxistin.

Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de 2 zarok jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:12:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x