Wezareta Pêşmerge ji bo pevçûnên Şingalê daxuyaniyek da

Wezareta Pêşmerge derbarê şerê navbera YBŞê û Hêzên Pêşmergeyên Roj de daxuyaniyek da û teqez kir ku ew naxwazin şer li herêmê çêbibe.

03.03.2017, Cum - 08:51

Wezareta Pêşmerge ji bo pevçûnên Şingalê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de teqez kir ku hêzên wê kengî bixwazin dikarin biçin hemû deverên Kurdistanê û pêediviya wan pê tine ku destûrê ji ti kesî bistînin.

Li gorî daxuyaniyê hatiye teqezkirin ku gava hêzên Pêşmergeyên Roj hatibûn şandin bo deverekê, hêzên YBŞê derketine pêşiya wan û şer derketiye.

Vê sibehê hatibû ragihandin ku li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer û pevçûn derketibûn.

Wezaretê di daxuyaniyê teqez kir ku hêzên wê lê dixebitin ku erkên xwe ji bo parastina Kurdistanê pêk tînin û ti niyeta wan tine ku şer û pevçûn li herêmê çêbibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Pêşmergeyên Kurdistanê bixwe biryara xwe dide bê kengî û li kû hêzên xwe bibe û bîne. Em destûrê ji ti kesî naxwazin ji bo bibêjin bê em ê hêzên xwe bişînin kû. Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina Kurdistanê peywira xwe tîne cih û armanceke wê ya şerkirin û derxistina pevçûnan tine. Em naxwazin şer û pevçûn li herêmê derkeve."

Ji aliyê din ve, YBŞ û YJŞê daxuyaniyeke hevbeş dabû û xwestibû pêşmergeyên roj ji Şingalê derkevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x