Artêşa Sûriyê hêzeke mezin dişîne Şehbayê

Roja Çarşemê, karwanekî artêşa Sûriyê ligel çekên giran ji bo navçeya Şehbayê li bakurê Helebê hatiye şandin.

16.12.2022, Cum - 07:13

Artêşa Sûriyê hêzeke mezin dişîne Şehbayê
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Sûriyê karwanên hêz û çekan berbi navçeyên bakurê Sûriyê dişîne ku hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gefên êrîşa bejayî li wan dixwin.

Herî dawî, roja Çarşemê, karwanekî artêşa Sûriyê ligel çekên giran ji bo navçeya Şehbayê li bakurê Helebê hatiye şandin.

Şîrove û nêrîşên cuda derbarê armanca hikûmeta Sûriyê ji şandina van hêzan tên kirin.

Rebîh el-Şehar ê ku kesayetekî serbixwe yê opozisyona Sûriyê ye û şarezayê karûbarên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hevahengî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de heye.

Kesayetekî ji opozisyona Sûriyê Rebîh el-Şear anî ziman, “Tirkiyê îro rê li pêş lihevhatinê ligel rejîma Esed a terorîst xweş dike û xelkê Sûriyê bi rêkeftin ligel wê dikuje û roniya kesk ji Putinê terorîst werdigire. Ez matmayî dimînim ji bêdengiya cîhana azad û bi taybet welatên Rojava li hember van tawanên Tirkiyê.”

Li gorî hin çavkaniyan, hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsya û Îranê hêzên xwe dişîne navçeyên rûbirûbên wekî nameyeke redkirina gefên Tirkiyê.

Li hin çavkaniyên din wiha dibînin ku şandina hêzan wekî amadekariyekê ye ji bo rêkeftineke Rûsî-Tirkî derbarê derxistina hêzên HSD ji wan navçeyan û belavkirina hêzên hikûmeta Sûriyê li şûna wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:03:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x