Dijeterora Kurdistanê: Sê berpirsên YPGyê li Dêrazorê hatin kuştin

Dijeterora Kurdistanê ragehand, sê berpirsên serbazî yên YPGyê li Dêrazorê hatin kuştin.

06.12.2023, Çar - 14:26

Dijeterora Kurdistanê: Sê berpirsên YPGyê li Dêrazorê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Îro roja Çarşemê, 6ê Berçileya 2023ê, Dijeterora Kurdistanê ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke nûsandî bi erebeyeke çekdarên YPGyê ve, sê berpirsên bilind ên serbazî yên YPGyê li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê hatin kuştin”.

Li gor ragehandina Dijeterora Kurdistanê, ew rûdan piştî nîvroya doh roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, li nêzî zeviya petrolê ya Omer li parêzgeha Dêrazorê qewimiye”.

HSDyê ji aliyê xwe ve ragehand, berpirsekî wan ê serbazî bi navê Ronî Welat ku herwesa endamê Civata Serbazî ya Dêrazorê ye “di êrîşeke teroriatî de li rojhilatê Dêrazorê” hatiye kuştin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî, Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê çi ragehandinên fermî li ser vê rûdanê parve nekirine.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x