Efrînê teqîn: 6 kes û 2 leşker jiyana xwe ji dest da

Li taxa Eşrefiye ya navenda Efrînê bombeya vedayî teqiya, di encama teqînê de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

27.03.2018, Sal - 05:57

Efrînê teqîn: 6 kes û 2 leşker jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên herêmî, li taxa Eşrefiye ya Efrînê li mala Ehmed Xelîl Hesen bombeya vedayî teqiya, di encama teqînê de malbata ku ji 6 kesan pêk dihat hemûyan jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqînê de xaniyê malê bi ser wê malbatê de hilweşiyaye û Ehmed Xelîl Hesen, hevsera wî Sultan, 4 zarokên wî Tolîn, Rojîn, Diljîn, Zehîde û Mihemed jiyana xwe ji dest dane.

Wek tê zanîn artêşa Tirkiyeyê û milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) piştî şerê 2 mehan di roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn. Herwiha li gor çavkaniyên gelek mayîn û bombe li mal û avahiyên bajêr hatin çandin, lê ti aliyek jî li çandina wan mikur nayê.

Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 2 leşker ji ber teqemeniya destçêkirî jiyana xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1108 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x